Skip to main content
Home
26.09.2024

Panel: Zarok û Trawma di Çerçoveya Edaleta Başker de

<< NÛÇE

Em di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo lêkolîna derfetên nêzîkahîtêdana edaleta başker de, bi hevkariya kovara Psychology Kurdî 5ê Cotmeha 2024an li Mêrdînê bi navê "Zarok û Trawma di Çarçoveya Edaleta Başker de" panelekê li dar dixin.

Bi projeya ‘Edalet Mirov Baş Dike’ em hewl didin binpêkirinên dijwar ên mafên mirovan ên salên 2000î fêm bikin ku têkildarî meseleya kurdan hatine kirin. Li hember van binpêkirinên ku bi taybetî şidetê zarok dorpêç kirine, em dixwazin di çarçoveya edaleta başker de daxwaz, pêdivî, bendewarî û hêviyên kesên mexdûr berçav bikin, trawma û tehrîbata li ser nifşên cuda ya neheqiyan fêm bikin ku bi bêcezatiyê hatine parastin û hesabê wan nehatiye dayîn.

Yek ji van xebatan jî avakirina qadeke nîqaşê ya derbarê edaleta başker û axaftina li ser derfetên wê ye. Bi vê, armanca me ew e ku berî em binpêkirinên mafên jiyanê yên li hember zarokan û meseleya bêcezatiya van binpêkirinan perspektîfa edaleta başker geş bikin, zarokên li herêma şer û pevçûnê û trawmayên wan binasin. Di vê panelê de tecribeyên kovara Psychology Kurdî jî derdikevin pêş ku li trawmayên bi salan ên bajarên kurdan dikolin û bi zimanê zikmakî xebatên xwe yên derbarê trawmayê didomînin.

Di 5ê Cotmeha 2024an de, saet 11:00an li Salona Konferansê ya Odeya Dermansazan a Mêrdînê dê paneleke bi zimanên kurdî û tirkî bê lidarxistin. Di dema bernameyê de wergera hevdem nabe û weşana zindî jî nayê kirin. Di bernameya panelê de zimanê pêşkêşiyan hatiye diyarkirin.

BERNAME

Mêrdîn, 5ê Cotmeha 2024an, 11:00 – 14:30
Salona Konferansê ya Odeya Dermansazan a Mêrdînê

Moderasyon: Gülperi Gündüz

Beşa 1em: 11:00 - 12:30 

  • Zarok, Zarokatî û Trawma: Pênase, Cure û Bandorên Wê
    Prof. Dr. Seher Akbaş, Psîkiyatrîstê zarok û kamilan (Tirkî)
  • Trawmayên Zarokatiyê û Bandorên Wê yên li ser Mezinbûnê
    Dr. Azad Günderci, Psikiyatrîst & psikoterapîst (Kurdî)
  • Midaxale û Nirxandina Derûnî bo Zarokên Mexdûrên Trawmayê
    Siyabend Aslan, Psikolog (Kurdî)

Navber: 12:30 - 12:45  

Beşa 2yem: 12:45 - 14:15  

  • Pratîkên ‘Edaleta Başker’ ji bo Zarokên di bin Bandora Şer û Pevçûnê de: Çend Mînak ji Xebatên Civaka Sîvîl
    Derya Bozarslan, Hafıza Merkezi (Kurdî)
  • Pergala Edaletê ya Zarokan û Nêzîkahîtêdana Edaleta Başker
    Av. Sezgin Dinç, Parêzer (Kurdî)
  • Başbûna Civakî û Edaleta Başker
    Prof. Dr. Burhanettin Kaya, Psikiyatrîst & Psikoterapîst (Tirkî)

Nirxandina Dawî: 14:15 - 14:30

Panel dê bi perspektîfeke zanistî bi danasîna zarok û trawmayên zarokatiyê dest pê bike. Dê axaftinên derbarê zarok, zarokatî, cureyên trawmayên zarokatiyê; tespîtkirin, nirxandin û rêbazên çareserkirina van trawmayan, bi bandora van trawmayan li mezinan û nifşguhêziya wan bidomin.

Di beşa yekem de em dê bingeha derûnî ya zarokan û trawmayê; di beşa duyem a panelê de jî dê li ser bingeha başbûnê bi perspektîfa edaleta başker û kartêkeriya perspektîfa edaleta başker di avakirina aştiya civakî de pêşkêşî bên kirin. Herwiha di vê beşa panelê de em ê mînakên pratîkên 'edaleta başker' ên saziyên civakî yên sivîl bo zarokên li herêmên şer û pevçûnê û pergala edaletê ya ji bo zarokan derbasdar û nêzîkahîtêdana edaleta başker guhdarî bikin.

Gava em li wan tecribeyên dinyayê dinêrin ku piştî binpêkirinên dijwar derbasî demokrasiyê bûne (edaleta dema derbaseyê) em dibînin di sazkirina edaleta civakî de tenê edaleta cezayî ne têrker e û perspektîfên edaleta başker jî xwedî roleke girîng in. Armanca vê panelê jî ew e ku trawmayên zarokan ên têkildarî binpêkirinên mafê jiyanê fêm bike; xebatên piştevaniyê ên bo zarokan û mekanîzmayên edaleta başker geş bike.

--- 

Axaftvan

Azad Günderci di sala 1978an de li Diyarbekirê ji dayîk bû. Perwerdehiya xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Diyarbekirê qedand. Di sala 2002an de ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû. Di sala 2010an de teza xwe ya pisporiyê temam kir û bû pisporê psîkiyatriyê. Teza wî ya pisporiyê layiqî xelata çêtirîn xebata zanistî ya salê hat dîtin. Dr. Azad Günderci perwerdehiyên xwe yên derbarê psîkoterapiya piştevaniyê ya psîkodînamîk, psîkoterapiya reftarî ya venasînî û terapiyên trawmayê qedandin û bû terapîst. Li gelek herêmên karesatê weke xebatkarê qadê û supervîzor kar kir. Di nav xebatên rêxistinên civaka sivîl de, di gelek projeyan de weke koordînatorê perwerdekar û şêwirmend û di beşên masterê yên psîkolojiyê de li zanîngehan weke endamê hîndekariyê kar kir. Gotarên wî yên zanistî di kovarên neteweyî û navneteweyî de hatin weşandin. Dr. Azad Günderci, ku yek ji nivîskarên kovara Psychology Kurdî ye, hîn jî wek psîkiyatrîst dixebite.

Siyabend Aslan di sala 1986an de li Nisêbînê ji dayîk bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Nisêbînê xwend. Di sala 2010an de li Zanîngeha Dîcleyê beşa derûnnasiyê qedand. Ji 2016an vir ve hem wekî edîtor hem jî wekî nivîskar di kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî de xebatên xwe bi zimanê kurdî dike û di heman demê de di gelek projeyên derûn-civakî de hem wekî koordînator hem jî wekî kesekî dilxwaz cih digire.

Gülperi Gündüz di sala 1993an li Nisêbînê ji dayîk bû. Li Zanîngeha Enqereyê beşa xizmeta civakî xwend. Sê salan li saziyên civakî bi penaberan re xebitî. Ji sala 2020an û vir ve li navenda tendirustiya derûnî ya gel dixebite û li Stenbolê dijî. Yek ji edîtora kovara Psychology Kurdî ye û di heman kovarê de derbarê mijarên şideta li jinê, mafên zarokan, bengîtî û hwd nivîsên wê hatine weşandin. 

Derya Bozarslan perwerdehiya xwe ya lîsansê li Fakulteya Ziman û Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê kir. Di sala 2008an de li ofîsa projeyên Yekîtiya Ewropayê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê sê salan wek koordînatora projeyê xebitî. Di navbera salên 2011-2013an de li Navenda Hunerê ya Diyarbekirê (Diyarbakır Sanat Merkezi) ya şaxa Anadolu Kültürê xebitî. Di navbera salên 2013-2022yan de li Anadolu Kültürê di wan bernameyan de cih girt ku li ser edebiyat û zimanê kurdî, pirtûkên zarokan, mafên zarokan û penaberan û zarokên li herêmên şer û pevçûnê hûr dibûn. Ji sala 2023yan û vir ve di bernameya Bîr û Aştiyê ya Navenda Bîrgehê de li ser binpêkirina mafên zarokan dixebite. 

Prof. Dr. Burhanettin Kaya di sala 1988an de ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Di sala 1996an de li Zanîngeha Cumhuriyetê bû pisporê psîkiyatriyê. Sala 2006an jî mafê doçentiyê bi dest xist. Di sala 2018an de ji Zanîngeha Gaziyê teqawîd bû. Bi biryara dadgehê mafê profesoriyê bi dest xist ku ji sala 2018an û vir ve êdî dikare karê profesoriyê bike. Di navbera salên 2007 û 2011an de Endamtiya Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê (TPD), Sekreteriya Giştî ya TPDê û di navbera 2007 û 2016an de Koordînatortiya Medyayê ya heman saziyê kir. Di navbera salên 2011 û 2014an de di çarçoveya Perwerdehiya Perwerdekarên Psîkoterapiyê de beşdarî perwerdehiya perwerdekaran a TPDê bû û weke perwerdekar kar kir. Hîn jî perwerdekarî û koordînatortiya perwerdehiyên Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê (TPD) û Terapiya Venasînî ya Reftarî (BDT) dike. Trawmaya Derûnî û Tşterapiya wê, tedawiyên reftarî yên venasînî û EMDR, bêpergaliyên Aşanksiyeteyê, bêpergaliyên erkên zayendî, mafên mirovan û psîkiyatrî, psîkiyatriya rexnegir qadên sereke ne ku li ser wan dixebite. 

Prof. Dr. Seher Akbaş Sala 1993yan ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Trakyayê mezun bû. Di navbera salên 1997-2002yan de pisporiya xwe li Şaxa Makezanista Nexweşî û Tendirustiya Derûnî ya Zarok û Kamilan a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê temam kir. Di sala 2003yan de Şaxa Makezanista Nexweşî û Tendirustiya Derûnî ya Zarok û Kamilan a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ondokuz Mayisê ava kir û bi awayê endamê hîndekariyê xebitî. Di sala 2011an de di heman şaxa makezanistê de bû doçent. Li zanîngehê endama damezirîner û serokê Komîsyona Çavdêrî û Pêşîlêgirtina Îstismar û Îhmalkirina Zarokan kiriye. Sala 2015an li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Nexweşiyên Derûnî û Sînîr ya Erenköyê dest bi kar kir û klînîka perwerdehiyê ya Tendirustiya Derûnî ya Zarok û Kamilan a heman nexweşxaneyê ava kir. Di heman demê de Klînîka Bengîtiya Madeyan a Zarok û Kamilan (ÇEMATEM) a Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Nexweşiyên Derûnî û Sînîr ya Erenköyê bi rê ve bir. Îstîsmara zarokan, bêpergaliyên derbarê bikaranîna madeyan û bêpergaliya bîpolar qadên sereke yên xebata wê ne. 

Av. Sezgin Dinç di sala 2012an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand û di sala 2013an de li Mêrdînê dest bi parêzeriyê kir. Sala 2018an bernameya masterê ya Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê xelas kir. Di ber karê xwe re di nav xebatên rêxistinên mafên mirovan de bi dilxwazî cih girt û weke rêveber di nav wan de kar kir. Di navbera salên 2019-2023an de li Baroya Mêrdînê Sekreteriya Giştî ya Baroyê û di ber re Koordînatoriya Komisyonên Mafên Mirovan, Mafên Zimanî û Çandî, Hiqûqa Bajêr û Hawîrdorê kir. Endamê Komxebata Hiqûqê ya Weqfa Mezopotamyayê ye ku li ser termînolojiya hiqûqê ya kurdî dixebite . Di nav lijneya weşanê ya kovarên hiqûqê yên weke Aşdad û Dadistanê de cih girtiye û di van kovaran de gotarên wî hatine weşandin.